Îsraîl dîsa êrîşî ser Sûriyeyê kir

heta niha Îsraîl li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Li Dîmeşq û Himsê daye.

Çapemeniya rejîma Sûriyeyê belav kir ku, şeva derbasbûyî, balefirên şer yên artêşa Îsraîlê bi awayeke cuda êrîşî ser Sûriyeyê kirine.

Li gor çapemeniya rejîmê, balefirên şer yên Îsraîlê cara ewil êrîşî ser çend navendên leşkerî yên li nêzî Dîmeşqa paytext kirine lê êrîşên han ji aliya sîstema berevaniya esmanî ve hatine pûçkirin.

Ji aliyeke din ve ajansa SANA ya rejîmê ev yek diyar kiriye ku di dema êrîşên ser Dîmeşqê de dengê teqînên mezin hatine bihîstin.

Herwiha şeva derbasbûyî, balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser çend cîhên cuda li parêzgeha Himsê kirine ku tê gotin êrîş bo ser navendên leşkerî yên çekdarên Îranê bûye.

Heta niha Îsraîlê li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedaye.

N: E. G