Îstîxbarata Îsraîlê hayedariyê dide

dibêje mimkune êrîşî ser rayedarên Îsraîlî were kirin.

Dibêje mimkune rewşa welat aloz bibe.

Îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê li dor ava kirina hikûmeta nû ya Îsraîlê yaku hikûmeteke hevpeymaniye huşdarî daye û dibêje mimkune li welat alozî û tundûtîjî çê bibe.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, îstîxbarata navxweyî ya vê welatî Şîn- Bet hayedarî daye rayedarên welat û ragihandiye ku mimkune jiber guhertinên ku di nava hikûmeta Îsraîlê de çû bûne û herwiha jiber diyar kirine kesek weke Naftali Bennett bo postê Serokwezîriya welat di du salên ewil de dibe sedema zêdetir bûna tundûtîjî û aloziyan li welat û mimkune ku êrîşî ser berpirs û rayedarên Îsraîlî jî were kirin.

N: E. G