Amerîka berdewam dibe li ser parastina Siûdiyeyê

Amerîka hewl bo bihêztir kirina sîstema berevaniya asmanî ya Siûdiyeyê dide.

 

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê telefûna Mihemed Bin Selman kiriye.

Li gor çapemeniya Siûdiyeyê wezîrê berevanî yê Amerîkayê lioyd Austin bi rêya telefûnê peywendî bi şahzadeyê Siûdiyeyê Mihemed Bin Selman re kiriye.

Di peywendiya han ya telefûnî de Lioyd Austin diyar kiriye ku Amerîka pêbende li hember sozên xwe yên bo parastina ax û xelkê Siûdiyeyê.

Di berdewamiya heman peywendiya han de her du alî behsa rewşa ewlekariya Siûdiye û Amerîkayê, rewşa giştî ya deverê û şerê Yemenê kirine.

Lioyd Austin herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku Amerîka di hewldanên xwe yên bo bihêztir kirina sîstema berevaniya asmanî ya Siûdiyeyê de berdewam dibe.

N: E. G