Yekîtiya Ewrûpayê hilbijartinên Sûriyeyê qebûl nake

dibêje li berdem çareseriya siyasî astengin.

 

Dibêje dibe asteng li berdem çareseriya siyasî.

Nunerê komîteya ewlekarî û têkiliyên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell ragihand ku YE bi ti awayê hilbijartinên Serokatiyê yên li Sûriyeyê qebûl nake.

Josep Borrell diyar kiriye ku di hilbijartinên Serokatiyê de yaku duhê hatine kirin, ti pîwan û zagoneke demokratîk nehatiye bicîhanîn û YE bi ti awayî encamên wan hilbijartinan qebûl nake jiber ku ev hilbijartinên han li berdem hewlên dîtina çareseriya siyasî ya aştiyane bo qirîza Sûriyeyê astengin.

Weke tê zanîn duhê li Sûriyeyê hilbijartinên Serokatiyê hatin kirin, li Rojavayê Kurdistanê dengdan nehate kirin û tê gotin ku Serok Sûriyeyê Beşar Esed dîsa bi piraniya dengan bibe Serokê vê welatî.

N: E. G