Rêyên Kurdistanê hatin vekirin

piştî zêdetir ji 40 rojan derî hatin vekirin

 

Welatiyên Îraqê dikarin serdana Kurdistanê bikin.

Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye ku îro rêyên navbera Kurdistan û parêzgehên din yên Îraqê hatine vekirin.

Rêyên navbera Kurdistan û parêzgehên Îraqê ku jiber pêşî girtin ji Koronayê hatibûn daxistin û welatiyên Îraqî nedikarîn serdana Kurdistanê bikin, îro dîsa hatine vekirin û ji niha û pêde welatiyên Îraqî dikarin serdana Kurdistanê bikin.

weke tê zanîn beriya 40 rojan weke rêkareke xweparêziyê ji Koronayê deriyên Kurdistanê hatibûn daxistin.

N: E. G