Çekdarên rejîma Îranê Kolbereke din kuştin

li sînorê bajarê Selmasê hatiye kuştin.

 

Li sînorê Selmasê êrîşî ser Kolberan kirine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê yekşem çekdarên rejîma Îranê li sînorên navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê de, êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşa han de yaku li sînorên bajarê Selmasê pêk hatiye Kolberekî Kurd bi navê Zabet Alxanî canê xwe ji dest daye.

Nav hatî ku temen 46 sale li nêzî gundê Axberze di encama êrîşa çekdarên rejîma Îranê de canê xwe ji dest daye.

N: E. G