Du berpirsên terorîstên DIŞIê hatin girtin

destê wan di komkujiya Êzidiyan de hebûye.

 

Li parêzgeha Neynowayê hatine girtin.

Artêşa Îraqê belav kir ku operasiyonên wan yên li dijî terorîstên DIŞIê berdewamin û duhê li Parêzgeha Neynowayê jî li ser esasê zaniyariyên îstîxbaratî operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê hatiye lidarxistin.

Li gor daxuyaniya han, di encama operasiyonê de ku li Rojavayê parêzgeha Neynowayê hatiye lidarxistin, du berpirsên mezin yên terorîstên DIŞIê hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye zelalkirin ku ev her du terorîstên han destê wan di komkujiya Êzidiyan û çendîn kiriyarên din yên terorîstî de hebûye.

N: E. G