Amerîka piştîvaniya Îsraîlê dike

heta niha ji her du aliyan nêzî 145 kesan hatine kuştin.

 

Biden telefûna Netanyahu kiriye.

Koşka Spî ya Amerîkayê daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden bi rêya telefûnê peywendî bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu re kiriye.

Di peywendiya han ya telefûnî de Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îsraîlê behsa rewşa deverê û aloziyên heyî yên di navbera Hemas û Îsraîlê de kiriye û li hember êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê, piştîvaniya Amerîkayê bo Îsraîlê diyar kiriye.

Her di heman peywendiya han de her du alî hêviya vê yekê xwestine ku rewşa Qudisê wisa aram û baş bibe ku, bibe navendeke bihevre jiyana aştiyane ya di navbera bawermendên tevahiya olan de.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji yek hefteye di navbera Îsraîl û Felestînê de alozî destpêkirine û heta niha bi giştî ji her du aliyan nêzî 145 kes hatine kuştin.

N: E. G