Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya

behsa rewşa Sûriyeyê jî hatiye kirin.

Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirina pêşmerge.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

îro yekşem 16 Gulan 2021an me pêşwaziya şandeke Amerîkî kir ku pêkhatibû ji alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarê Rojhilata nêz Joy Hood, nunera taybetî yê Amerîkayê yê bo Sûriyeyê bi wekalet Aimee Cutrona, birêvebera karûbarê Sûriye û Îraqê di nava civata asayîşa nîştimaniya Amerîkayê de Zehra bell.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraq û Sûriyeyê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê de kir.

şanda mêwan tekez li ser berdewamiya hevkarî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DÎŞÎ kir û tekez li ser girîngiya ektîf kirina navenda hemahengiya hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de kir.

Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî û girîngiya pêbend bûn bi proje bûdceya fedralî û şandina para herêma Kurdistanê hate kirin.

 Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rewşa Sûriyeyê hate kirin û me her du aliyan tekez li ser girîngiya domandina diyaloga navbera aliyê Kurdî li Sûriyeyê bo pêşde birina azadiya karên siyasî, pir alî bûn û hevbeşî kirin di desthilatê de.

  Di beşeke din ya civînê de me her du aliyan piştîvaniya xwe bo azadiya ragihandin,  raman û rêz girtin ji mafên mirov û karên saziyên medenî ku nîşaneyeke geş ya herêma Kurdistanê û her civakeke demokratîke diyar kir.

Derbarê dosyeya hikumxwariyên Behdînan de me diyar kir ku ev dosyeya han babeteke zagoniye û di vê çarçoveyê de nizîkatî li hember tê kirin. Me herwiha piştîvaniya xwe bo kar û çalakiyên nunerên dîplomatîk li herêma Kurdistanê de diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku kiriyarên nedestûrî yên hikumxwariyan û xirab bikaranîna têkiliyan bi ti awayî Goran li ser nunerên dîplomatîk çê nake, hikûmeta herêma Kurdistanê karên dîplomatên li herêma Kurdistanê bilind dinirxîne û tevahiya asankariyên pêwîst pêşkêş dike.

N: E. G