Li Rojhilatê Selefî bi kêran êrîşî ser xelkê kirin

êrîş li bajarê Seqizê pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

 

Çend kes di êrîşê de birîndar bûne.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, şeva înê, li bajarê Seqizê komeke selefiyên Kurd, êrîşî ser çend welatiyên din kirine.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku koma selefî bi hinceta ku welatiyên han madeyên elkolî ( meşrûb) vexwarine, bi kêran, êrîşî ser wan kirine û di encama êrîşa han de çend kes bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Hate zanîn di encama êrîşê de 5 welatî hatine birîndarkirin û rewşa yek ji wan aloze.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê komeke selefî êrîşî ser hijmareke welatiyên din yên Kurd kiribûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.