Li çiyayê Hemrînê derbên dijwar li terorîstan hatin xistin

herî kêm 5 pêgehên terorîstan hatine wêrankirin.

 

Hevpeymaniya cîhanî 9 caran êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirine.

Îro danê sibê balefirên şer yên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê li çiyayê Hemrînê êrîşî ser pêgeh û cîhên terorîstên DIŞIê kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, balefirên hevpeymaniya cîhanî îro 9 caran êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirine û di encama wan êrîşan de herî kêm 5 pêgeh û cîhên terorîstên DIŞIê hatine ji nav birin.

Hîn jî hijmara kuştiyên terorîstan nehatiye eşkerekirin.

N: E. G