cîhadiyên dewleta Tirk şivanek revand û pezên wî jî dizîn

eşkence li şivan kirine pişt re jî pezên wî dizîne.

cîhadiyên dewleta Tirk vê sibehê piştî şivanek ji gundê Til Kerabît ê rojavayî Til Temirê revand,  pezê wî jî dizî.

Li gor nûçeyeke anhayê Çeteyan saet di 07:30’ê vê sibehê de pez ji şivanê Mihemed Ebdulselam (16 salî) li nêzî eniyên şer dizîn.

Li gorî Mihemed Ebdulselam, 3 çeteyên dewleta Tirk ew û pezên wî birin baregeheke xwe.

Ebdulselam diyar kir ku wan 200 pez dizîn û îşkence li wî kirin û piştre ew berdan.

N: E. G