Termê welatiyekî piştî 19 rojan hate dîtin

xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

 

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Îro birêveberatiya hêzên hawar hatinê yên li Hewlêrê, daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku hêzên wan karîne piştî 19 rojan termê welatiyek di nava dikana xwe de bibînin.

Li gor daxuyaniya han, ev welatî yê ku hîn jî navê wî nehatiye eşkere kirin, beriya 19 rojan wenda bûye, îro hêzên hawar hatinê karîne di nava dikanê de termê wî bibînin.

Ev welatiyê han xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û di nava dikana xwe ya li Hewlêrê de canê xwe ji dest daye û hîn jî sedema mirina wî nehatiye diyarkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.