‎ Mesrûr Barzanî: Emê tevahiya mafên Mamosteyan biparêzin

dibêje hikûmet vê hewl bide xizmeteke baştir pêşkêşî mamosteyan bike.
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêşî Mamosteyên Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber 59 saliya damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê de peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta peyamê ye;

Di bîranîna 59 saliya damezrandina yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Mamosteyên Kurdistanê, Serok û Sekretariyeta Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikim.

Mamosteyên Kurdistanê hertim roleke girîng di pêgehandina nibşên Kurdistanê û berevanî kirin ji mafên gelê Kurdistanê de lîstine, lewre birêzdarî ve li xebata perwerdehî û nîştimanî ya Mamosteyên Kurdistanê dimizînin.

Spasiya Mamosteyên Kurdistanê dikim ku rixmî rewşên dijwar, lê berdewam bûne li ser xizmet kirin û domandina prosesa xwendinê û perwerde kirina nibşên Kurdistanê.

Hikûmeta herêma Kurdistanê hewl dide daku asta xizmetgozariyên taybet bi xwendin û hîn kirinê û pêşkêş kirina xizmetkirineke baştir bo Mamosteyên Kurdistanê û parastina mafên wan.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.