Muqteda Sedir: Ew dixwazin zirarê bidin Îraqê

dibêje lazime kesên han bilez radestî dadgehê werin kirin.

Dibêje teror kirina rêbazeke tirsinokaneye.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek derbarê rewşa Îraqê de weşandiye.

Muqteda Sedir nivîsandiye: Ew kesên ku serî li teror û teror kirinê didin zirarê didin Îraqê, ewlekariya nîştimanî û selametiya Îraqê û ev rêbaza han rêbazeke tirsinokaneye.

Sedir di beşeke din ji peyama xwe de daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku gavên bilez bavêje û kesên ku kiriyarên han yên terorîstî dikin binçav û radestî dadgehan bike û dibêje: Ew kesên han zirarê didin Îraq û gelê Îraqê.

N: E. G