Serokwezîr projeyeke mezin ya torîstîkî li Dihukê ve kir

ev proje pêngaveke girînge di warê torîstîkî de.

Ev proje ji bajrê bo ser çiyaya Zava hatiye amadekirin.

Di çarçovey kar û projeyên xizmetgozarî yên li Kurdistanê de, îro li Dihukê projeyeke mezin ya torîstîkî hate vekirin.

Ev projeya han yaku bi projeya Teleferîka çiyayê Zava tê nasîn, îro yekşem bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî destpê kir.

Bilindahiya teleferîkî ji erdê 500 metreye û dirêjahiya projeyê jî 2300 metreye û ji ser cadeya Barzan ya li Dihukê, torîstan bo ser çiyayê Zava ku bilindtirîn çiyaye ku dikeve ser Dihukê vediguhêze.

Di merasîma vekirinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku yek ji xalên girîng ya bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê, cîhbicîh kirina projeyên steratejîkî û girînge û di vê çarçoveyê de jî hikûmeta herêma Kurdistanê hem hevkariya kerta taybet û kompaniyên taybet dike û him jî karasanî bo wan dike daku berdewam bin li ser cîhbicîh kirina projeyên curbicur.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, cîhbicîh kirina projeyan li tevahiya bajar û bajarokê Kurdistanê bêyî cudatî berdewam dibe û daxwaz ji kompanî û sermayedarên navxweyî kir daku sermaye û karînên xwe bo avedan kirina welat û xizmet kirina xelkê Kurdistanê bikar bînin.

Barzanî balkêşande ser projeya torîstîkî ya teleferîka çiyayê Zava û diyar kir ku spasiya kompaniya cîhbicîhkar dike û bi sêya projeya han gelek derfetên karî bo xelkê li Dihukê hatine çêkirin û pêngaveke girînge di kerta torîstîkî ya Dihukê de ku hatiye avêtin.

N: E. G