Li Kurdistanê 704 kesên din bi Koronayê ketin

hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.

 

Amarên 24 seatên derbasbûyî hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 7 hezar û 159 cerbandinên diyar kirina koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku li seraserê Kurdistanê bi giştî 704 kes bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 331 kese.

Herwiha di nava heman demê de 1320 berketiyên berê jî baş bûne û 9 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G