Ava Dîcle û Firatê sedî 50 kêm bûye

Tirkiye avê di nava bendavên xwe de kom dike.

Ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kêmkirin.

Wezîrê çavkaniyên avê yê hikûmeta Îraqê Mehdî Reşîd Hemdanî ragihand ku jiber bendavên ku Tirkiye li ser her du rûbarên Dîcle û Firatê çê kirine ava wan her du rûbaran ku derbasî nava Îraqê dibe ji sedî 50 kêm bûye.

Hemdanî diyar kiriye ku hikûmeta Tirkiyeyê pêşî ji hatina ava pêwîst bo Îraqê dike û avê di nava bendavên xwe de kom dike.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku ava rûbara Zêya Biçûk jî sedî 70 kêm bûye û ava Sîrwan jî jiber ku ji aliyê Îranê ve tê komkirin gelek kêm bûye.

N: E. G