3 çekdarên Seraya Selam hatin kuştin

li bajarê Samerayê çekdarên Seraya Selam rastî êrîşê hatine.

Li Samerayê rastî pevçûnê hatine.

Jêdereke ewlekarî ragihandiye ku îro yekşem li bajarê Samerayê komên çekdar yên ser bi Seraya Selam yaku nêzî tevgera Sedirin, rastî pevçûnê hatine.

Di encama pevçûna han de 3 çekdar û çalakvaneke medenî hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve hikûmeta Îraqê jî diyar kiriye ku niha tîmên taybet dest bi lêkolînan li ser bûyerê û çawetiya kuştina çalakvanê han jî dikin.

N: E. G