WHO bo vaksîneke Çînê destûra karanînê dide

dibêje bandora vaksînê ji sedî 90 zêdetire.



Rêxistina saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo vaksîna vîrusa korona ya Enstîtuya Berhemên Biyolojîk yên Çînê û Sinopharm bi hev re çêdikin, destûra karanînê da.
WHO ragihand ku bandora vaksînê li ser nexweşên semptomên vîrusa korona raber dikin û ketine nexweşxaneyê 79 ji sedê ye.
Karbidestên WHO pêşniyaz dikin ku vaksîn bo kesên 18 salî û yên ji wî temenî mezintir bi du dozan were karanîn.
Wê rêxistinê dîyar kir ku kêm kesên ji 60 salî mezintir beşdarî lêkolînên klînîk bûne û da zanîn ku ew bandora vaksînê ya bo wan kesan nikarin bi awayekî zelal texmîn bikin.
WHO berê bo vaksînên Pfizer, AstraZeneca, Johnson & Johnson û Moderna destûr dabû.
Ji voayê hatiye girtin.
N: E. G