Li Felstînê 178 kes birîndar bûn

Amerîka jî li hember aloziyên han dilgirane.

 

Jiber êrîşên hêzên ewlekarî yên Îsraîlê birîndar bûne.

Duhê êwarê li derdorê mizgefta Eqsa ya li Felestînê, alozî di navbera Felestîniyan û hêzên ewlekarî yên Îsraîlê de çê bûn.

Di encama aloziyên han de hêzên ewlekarî yên Îsraîlî neçar man zorê bikar bînin û êrîşî ser Felestîniyan bikin.

Li gor raporta heyva sor ya Felestînê, di encama wan êrîşan de 178 kes birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Amerîkayê jî derbarê barê wan aloziyan de daxuyaniyeke weşandiye û di daxuyaniya xwe de wezareta derve ya Amerîkayê dilgiraniya xwe ya li hember zêde bûna aloziyan diyar kiriye û daxwaz ji her du aliyan kiriye daku aramiyê biparêzin û xwe ji alozî û tundûtîjiyan dûr bixin.

N: E. G