Wezîrê derve yê Îranê serdana Îraqê dike

piştî Îraqê serdana Qeterê jî dike.

Biryare sibê yekşem serdana Bexdayê bike.

Li gor çapemeniya Îranê vê sibê yekşem, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Bexdayê bike.

Li gor zaniyariyan Mihemed Cewad Zerîf di serdana han de vê li gel rayedarên Îraqê dicive û di civînan de behsa çend mijaran û têkiliyên navbera Îraq û Îranê dike.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Zerîf piştî bi dawî anîna serdana xwe ya bo Bexdayê vê serdana Qeterê jî bike û li gel rayedarên vê welatî jî bicive.

N: E: G