Amarên Koronayê hatin belav kirin

714 berketiyên berê jî baş bûne.

15 welatî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 1022 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 491 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 714 berketiyên berê jî baş bûne û 15 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G