Pentagon: Emê bi rêbazên xwe bersifa êrîşê bidin

dibêje di dema xwe de emê bersif bidin.

Dibêje dema ku dem hat emê bersif bidin.

Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîkayê John Kirby di preskonferansekê de behsa vekêşîna leşkerên Amerîkî ji Efxanistanê û êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê kir.

John Kirby diyar kir ku vê Amerîka hêzên xwe ji Efxanistanê vekêşe û mijara şandina hêzên antî terorê yên Amerîkî bo Efxanistanê ne di rojevê deye.

Kirby di berdewamiya axaftinên xwe de behsa êrîşên ser Hewlêrê jî kiriye û ragihandiye ku ev êrîşên han bê bersif nabin û dema ku wextê xwe hat emê bi rêbazên xwe yên taybet bersifa wan êrîşan bidin.

N: E: G