Avahiya nû ya pasport û nişîngeha Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe ve hat vekirin

ev proje di çarçoveya bernameya reforman de hatiye cîhbicîhkirin.

Li bajarê Hewlêrê avahiya nû ya pasport û nişîngehê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê ve hat vekirin.

Îro danê sibê di merasimekê de û bi amadebûna wezîrê navxwe Rêber Ehmed û parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw avahiya nû ya pasport û nişîngeha Hewlêrê hat vekirin.

Wezîrê navxwe, Rêber Ehmed piştî vekirina avahiya nû ragihand, avahiya nû ya pasort û nişîngehê destkeftek baş e û dê bandora rasterast li ser şêwaz û çawaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan bike. Êdî dê ji berê jî zûtir karûbarên welatiyan were bicîhanîn.

Rêber Ehmed da xuyakirin, çêkirina avahiya nû ya pasport û nişîngehê di çarçoveya pilana çaksaziyê de ye û dê di sektorên din de jî berdewam be.

Ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G