Amerîka û Japon lihev kirin

li hember Koreya Bakûr û Çînê hevkarî û hemahengiya xwe zêdetir dikin.

Bihev re li dijî Çînê tev digerin.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden piştî destbikar kirina xwe, bo cara ewil li Koşka Spî, pêşwaziya Serokwezîrê Japonê Suga Yoşihid kir.

Di civînê de Amerîka û Japon behsa têkiliyên navbera xwe, rewşa Koreya Bakûr û Çînê jî kirin.

Her di heman civînê de Biden û Suga Yoşihid lihev kirine daku Amerîka û Japon li hember Çînê bihev re tevbigerin.

Amerîka û Japon herwiha biryar dane daku li deryaya başûrê Çînê û liv û tevgerên Koreya Bakûr bihevre kar bikin.

N: E. G