Du kolberên Kurd hatin birîndar kirin

êrîşên rejîmê bo ser Kolberan berdewamin.

Li Bane û Şinoyê hatine birîndarkirin.

Navenda Hengawê bo mafên mirov ragihand ku roja Pêncşema derbasbûyî du Kolberên Kurd di encama êrîşa çekdarî ya çekdarên ser bi rejîma Îranê ve birîndar bûne.

Hengawê di raporta xwe de diyar kiriye ku êrîşên çekdarên rejîma Îranê yên bo ser Kolber û Kasibkarên Kurd li ser sînorên Kurdistanê berdewamin.

Li gor raporta Hengawê roja pêcşema derbasbûyî li sînorên Şino û Baneya Rojhilatê Kurdistanê çekdarên rejîma Îranê dîsa êrîşî ser Kolber û Kasibkarên Kurd kirine û di encam de du kolberên Kurd birîndar bûne.

N: E. G