Pêleke gazên jehrî ber bi Îraqê ve tê

ji Îtalyayê ketiye rê û berbi rojhilata navîn ve tê.

Navenda seqa nasiya Îraqê dibêje pêleke gazên jehrî ber bi asmana Îraqê ve tê.

Navenda keşnasî anjî seqa nasiya Îraqê belav kiriye ku pêleke bihêz ya gazên jehrî ber bi asmana Îraqê ve di rê deye û tê payîn di çend rojên pêş de ev pêla han bigehêje Îraqê.

Pisporên seqa nasiyê jî dibêjin ev pêla han ji oksîdê gûgirde û gelek metirsîdare.

Pispor behsa vê yekê dikin ku di 36 seatên pêşde ev pêla han bigehêje asmanê Îraqê lê evpêl nasekine û bi berdewamî di nava liv û tevgeran deye.

Eger pêla han li ser asmanê Îraqê bimîne vê demê rewş metirsîdar dibe, lê pispor dibêjin ku pêla han li ser asmana Îraqê nasekine.

Ev pêla han di encama teqîna volkanekî li Îtalyayê çê bûye û niha nêzî sînorên Rojhilata Navîn bûye.

N: E. G