Oldarê şîeyan yekem roja Remezanê diyar kir

oldarên suneyan hîn jî ti daxuyanî nedane.

Dibêje roja 14ê Nîsanê yekem roja meha Remezanê ye.

Nivîsîngeha oldarê şîeyan Elî Sîstanî belav kiriye ku oldarê wan Elî Sîstanî diyar kiriye ku li gor dîroka îslamî, roja 14ê Nîsanê, yekem roja meha Remezanê ye.

Hîn jî aliyên sune bi taybetî oldarên sune û weqfa suneyan li Îraqê derbarê yekem roja meha Remezanê de ti daxuyankî ne daye.

Weke tê zanîn her sal şîe û sune li ser destpêkirina meha Remezanê û dawî hatina Remezanê jî lihev nakin û nakokiyên wan yên dîrokî hene.

N: E. G