NY daxwaza hevkariyê bo Sûriyeyê dike

dibêje bilez pêdivî bi 10 miliyar dolaran heye.

Dibêje 10 miliyar dolar lazime.

Netewên Yekgirtî û ajansên ser bi NY yên ku têkildarî karûbarên Sûriye û xelkê Sûriyeyê dibin, derbarê rewşa Sûriye û xelkê Sûriyeyê de ku aware bûye daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku rewşa Sûriye û xelkê Sûriyeyê yê ku aware bûye û yê ku di nava Sûriyeyê deye karesatbare û pêdiviya bilez ya hevkariyê heye.

NY herwiha daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku bo hevkarî kirina Sûriye û xelkê Sûriyeyê pêdivî bi 10 miliyar dolaran heye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirine ku niha zêdetir ji 20 miliyon welatiyên Sûrî pêdiviya wan ya bilez bi hevkariyê heye jiber ku birçîbûn gelek zêde bûye.

N: E. G