Papa li Ur gotarek pêşkêş kir

sibêjê serdana Kurdistanê dike.


Serdana xwe ya bo Necefê bi dawî anî.
Papaya Vatîkanê di çarçoveya serdana xwe ya bo Îraqê de, piştî bi dawî anîna civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, îro danê sibê serdana bajarê Necefê kir û li gel Oldarê şîeyan Elî Sîstanî civiya.
Di civînê de her du alî behsa çend mijaran bi taybetê rewşa jiyana xelkê deverê û rewşa pêkhateyan li deverê de kirin û tekez li ser bihevre jiyana aştiyane kirin.
Piştî ku civîna xwe ya li gel Elî Sîstanî bi dawî anî, Papa serdana bajarê Ur ya li Parêzgeha Zîqarê jî kir û li gel hijmarek ji xelkê deverê û oldarên tevahiya olan civiya.
Papa di civîna han de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku mirovahî bi tenê nikare bijî, em tevahî mihtacê hev û dune.
Papa behsa vê yekê kir ku peyamên olên asmanî, biratiya navbera pêkhate û olan bihêztir dikin û lazime oldar û mirovahî jî pêbendî peyamên olên xwe bin.
Papa anî ziman ku lazime em hemû bihevre kar bikin û hevkariya hev û du bikin û kar bo dabîn kirina aştiyê bikin.
Papa derbarê terorê de jî diyar kir ku teror ne tenê jiyana mirovatî dixe metirsiyê, belku rihê biratî jî lawaz dike û nahêle. Lazime em rê nedin terorê û rêwîtiya Hz Îbrahîm berdewam bikin û aştî li cîhanê belav bikin.
Biryare piştî bi dawî hatina serdana xwe ya bo Urê, vegere Bexdayê û sibê jî serdana xwe ya bo Kurdistanê destpê bike.
N: E. G