Biden: Em hewl didin êrîşkaran diyar bikin

dibêje emê yekem car êrîşkaran diyar dikin û pişt re jî bersif didin.

 

Duhê êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed hatibû kirin.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden derbarê êrîşa mûşekî ya bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esed yaku duhê çarşem pêk hatibû, ragihand ku Amerîka li hember êrîşên han bêdeng nabe û bersifeke dijwar ya wan êrîşan dide.

Biden herwiha diyar kir ku hikûmeta Amerîkayê û aliyên têkildar hewl bo diyar kirina êrîşkaran didin.

Biden ku bersifa pirsên Kongrêsmanan dida, diyar kir ku, Amerîka bersifeke dijwar ya wan êrîşan û her cure êrîşeke din dide lê niha hewl bo diyar kirina êrîşkaran dide.

Weke tê zanîn duhê êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed hatibû kirin û welatiyeke Amerîkî jî canê xwe ji dest dabû.

N: E. G