Amerîka sîstemeke nû ya antî mûşek bicîh dike

li Îraq û Sûriyeyê bicîh dike.

 

Li Îraq û Sûriyeyê ev sîstema han tê bicîhkirin.

Malpera Forbec belav kiriye ku hikûmeta Amerîkayê biryar daye bo parastina hêz û berejwendiyên xwe û herwiha hevpeymanên xwe yên li Sûriye û Îraqê, sîstema antî mûşekî ya avenger li wan her du welatan bicîh bike.

Çavkaniyê li ser zarê rayedarên ewlekarî yên Amerîkayê diyar kiriye ku armanc ji bicîh kirina sîstema han li Îraq û Sûriyeyê berevanî kirin ji hêzên Amerîkî û hevpeymanên Amerîkî ji êrîşên mûşekî, êrîşên balefirên bêpîlot û rokêtane.

Weke tê zanîn di wan demên dawî li komên çekdar yên ser bi Îranê êrîşên xwe yên li dijî hêzên Amerkî li Îraq û Sûriyeyê zêdetir kirine.

N: E. G