Hejmara Pêketiyên Korona ji 114 mîlyonan derbas kir

hijmara herî zêde ya pêketiyan li Amerîkayê ye.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêkêtiyên vîrusa korona ji 114 mîlyonan borî. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 114,078,673 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketiyan 28,6 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 11,1 mîlyon pêketiyan Hindistan, li dû wê jî bi 10,5 mîlyon pêketiyan Brezîlya heye.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,531,004 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 513,091 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 254,942 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 100,965 kes bi vîrusa korona ketine û 4,835 kes bi wê mirine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.