Serokê herêmê li gel şandeke Ermenistanê civiya

jiber rewşa pêkhateya Ermenî spasiya herêma Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Cîgirê wezîrê derve Serokatiya şandê dike.

Îro çarşem li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Ermenistanê bi Serokatiya Cîgirê wezîrê derve Artak Aptonyan kir.

Di civînê de ku balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê, Konsulusê Ermenistanê yê li Hewlêrê û hijmareke Dîplomatên Ermenistanî têde beşdar bûn, behsa civîn û hevdîtinên Artak Aptonyan yên li gel rayedarên Îraqê li Bexdayê, pere pêdana têkiliyên navbera Ermenistan, Kurdistan û Îraqê, vekirina balyozxaneya Ermenistanê li Bexdayê û vekirina Konsulusxaneya vê welatî li Hewlêrê, têkiliyên navbera her du aliyan bi taybetî xwendina zanîngeh, teknolijî û çandiniyê, rewşa Kurdan li Ermenistanê û pêkhateya Ermenistanê li Kurdistanê de hate kirin.

Şanda Ermenistanê xwesteka welatê xwe ya bo pere pêdana têkiliyan di her warî de li gel Kurdistanê diyar kir û spasiya herêma Kurdistanê kir ku girîngî bi pêkhateya Eremenî daye û karîne kilîseyên xwe vekin û mafên wan parastî bin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.