Berpirsekî DIŞIê hate girtin

berpirsê amadekirina bombeyan bûye.

Li Bexdayê hatiye girtin.

Artêşa Îraqê li ser hesabê xwe yê fermî li twitterê belav kiriye ku hêzên artêşê li gel hêzên antî terorê li Bexdayê dijî terorîstên DIŞIê operasiyoneke din lidar xistine.

Li gor peyama han, di operasiyonê de berpirsekî DIŞIê yê ku berpirsê karûbarên amade kirin û danîna bombeyan li welayeta Bexdayê bûye hatiye girtin.

N: E. G