Îran Nivîskar û Mamosteyê Kurd binçav kir

li Bûkanê hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Duhê li Bûkanê hatiye binçavkirin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê sêşem li bajarê Bûkanê  ya li Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê Mamoste, Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mistefa Îlîxanîzade binçav kirine.

Jêderên hayedar behsa vê yekê dikin ku hêzên ewlekarî yên Îranê li mala Nivîskarê Kurd jî geriyane û dest danîne ser amûrên wî yên taybetî weke laptop, telefûn û çend amûrên din.

Îlîxanîzade ku hevdem Serokê navendeke hînkirina wêjeya Kurdî ye jî bi hinceta organîzekirina merasîmek bo bîranîna damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê, ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatiye girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.