4 zarokên Kurd birîndar bûn

zêdetir ji 250 ser pezên welatiyekî jî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Duhê balefirên Tirkiyeyê hin dever bordiman kirin.

Duhê balefirên şer yên Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser cîhên endamên PKKê de, hin deverên Kurdistanê bordiman kirin.

Ew bordimana han bi awayeke hevdem bûye li devera Amêdiyê û Hac Omeranê.

Li bordimana devera Amêdiyê 4 zarok birîndar bûn û birînên wan sivêkin û hatine dermankirin.

Her duhê li devera Hac Omeranê jî balefirên Tirkiyeyê jiber hebûna endamên pkkê çend cîh bordiman kirin û yek ji wan cîhan ku hatiye bordiman kirina cîhê xwedî kirina sewalan bûye û di encama bordimanê de herî kêm 250 ser pezên welatiyekî hatine kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.