Serokatiya herêmê daxwaza civîneke berfire kiriye

dibêje dema serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê ne diyare.

Ew civîn di navbera aliyên siyasî ya Kurdistanê de tê lidarxistin.

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand ku Serokatiya herêmê û Serokatiya civata wezîran ya Kurdistanê gelek hewl didin bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de.

Herîrî aniye ziman ku hîn jî dema serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyarkirin.

Nav hatî ji çapemeniya Kurdî re diyar kir ku bo yek xistina helwest û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê, me weke Serokatiya herêmê daxwaza lidar xistina civîneke berfire di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de kiriye.

N: E. G