Hecî Mehmûd: Lazime civateke siyasî were damezrandin

dibêje Kurdistan pêdiviya xwe bi civateke siyasî heye.

Dibêje hewlên cidî li dijî Kuridstanê hene.

Sekreterê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd diyar kiriye ku niha li Îraq û deverê de hewlên cidî hene bo lawa kirin û biçûk kirina pêgeha herêma Kurdistanê.

Hecî Mehmûd diyar kiriye ku li Îraqê hilbijartinên pêşwext di dema diyar kirî de nayê kirin û eger jî were kirin vê bandoreke baş li ser Kurdistanê neke.

Nav hatî eşkere kiriye ku niha Kurdistan pêdiviya xwe bi civateke siyasî yaku ji nunerên tevahiya aliyên siyasî û etnîkî pêk hatibe heye û lazime aliyên têkildar bo damezrandina civata han ya siyasî ya Kurdistanê gavên pêwîst bavêjin.

Derbarê pêngava PDKê de ya bo civîn û kom bûnan li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî nav hatî tekez kiriye ku ew gav, gaveke erênî û gelek başe û rewşa niha ya Kurdistanê jî vê yekê dixwaze.

N: E. G