PDK: Kurdistantv xizmeta doza reva ya gelê Kurdistanê kiriye

dibêje di warê pêgehandinê de roleke serekî lîstiye.

Mekteb siyasiya PDKê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdistantvê kir.

Bi minasebeta 22mîn salvegera damezrandina Kurdistantv, mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye û salvegera damezrandina Kurdistantv pîroz kiriye.

Mekteb siyasiya PDKê di peyama xwe de diyar kiriye ku Kurdistantvê yekem kanala setelayit ya Kurdî bûye ku li Başûrê Kurdistanê bi ferman û organîzatoriya raste rast ya Serok Barzanî di roja 17ê meha 1 ya sala 1999an de hatiye damezrandin.

Kurdistantv di nava 22 salên derbasbûyî de di warê geşe sendina çapemeniya Kurdî de û herwiha pêgehandina medyakarên Kurd de roleke gelek girîng lîstiye.

Mekteb siyasiya PDKê herwiha diyar kiriye ku Kurdistantv di nava 22 salên derbasbûyî de pêbendî peyamên aştiyane, bingehên azadiya çapemeniyê bûye û xizmeta doza reva ya gelê Kurdistanê kiriye.

N: E. G