Serok Barzanî li gel şandeke parlementoya Îraqê civiya
16/1/2021 - 20:00
Behsa rewşa Îraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke parlementoya Îraqê kir ku pêk hatibû ji Serokê komîteya tendirostî û jîngeh Dr, Quteybe Cibûrî û Serokê komîteya darayî ya parlementoyê Musena Samerayî û herwiha parêzgarê Selahedînê Dr, Emar Cebir Cibûrî.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê, rewşa parêzgehên Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Di dawiya civînê de tekez li ser domandina têkilî û hemahengiya navbera her du aliyan de hate kirin.
N: E. G