Li Mosckow civîna sê alî destpê dike

behsa çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftinê dikin.

Putin Serokatiya civînê dike.

Biryare îro li Mosckow ya paytexta Rûsyeyê, civîneke sê alî di navbera Serokê Rûsye, Ermenistan û Azerbaycanê de were lidarxistin.

Ew civîna han yaku bi destpêşxerî û organîzatoriya Serokê Rûsyeyê tê lidarxistin, taybet e bi giftûgo kirin derbarê rewşa Qerebax û çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftina ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bi pêşengiya Rûsyeyê hatiye îmzekirin.

Beriya niha Tirkiye ragihandibû ku vê Tirkiye jî beşdarî civînê be, lê Serokê Rûsyeyê ew yek red kiriye û rê nedaye Tirkiyeyê ku di civînê de beşdar be.

N: E. G