Amerîka û Siûdiye têkiliyên xwe bihêztir dikin

Mike Pempeo ew çend roje li Rojhilata Navîne.

Wezîrê derve yê Amerîkayê li gel Cîhnişînê Siûdî civiyaye.

Li gor çapemeniya Siûdî, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo û Cîhnîşînê Siûdî Mihemed Bin Selman li bajarê Niyûm civiyane.

Di civînê de her du alî behsa çend mijarên rojeva siyasî û têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê kirine.

Di heman civînê de her du aliyan tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Sûdiyeyê de kirine.

Weke tê zanîn wezîrê derve yê Amerîkayê ew çend roje li Rojhilata Navîne.

N: E. G