Wezîrê derve yê Tirkiyeyê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir

behsa têkiliyên du alî jî kirine.

Sersaxî da Serokwezîrê Kurdistanê.

Îro wezîrê derve yê Tirkiyeyê bi rêya tenefûnê li gel Serokwezîrê Kurdistanê peyvî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 22ê Mijdara 2020an peywendiyeke telefûnî ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglûve gehêşte me.

Weîrê derve yê Tirkiyeyê pirse û sesaxiyên xwe bo koça dawî ya xwedê jê razî Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî û xwedê jê razî kesayetiyê navdar yê devera Barzanî Şêx Mehmûd Şêx Ebdulah gehande me û hevxwemiya xwe jî diyar kir.

Me jî ji aliyê xwe ve spasiya wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir bo peywendiya han û diyar kirina hevxemiya xwe.

Her di heman peywendiya telefûnî de me behsa têkilî û hemahengiya navbera her du aliyan bo rûbirû bûna Koronayê û lihev veguhastina şarezayiya tendirostî di vê warî de kir.

N: E. G