Serokwezîrê Ermenistanê Pashinyan pilana xwe bo Nagorno - Qarabaxê radigihîne

dibêje di 6 mehan de pilanê cîhbicîh dikin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan, ku piştî vekişîna ji Nagorno – Qarabaxê bi bertekan re rûbirû mabû, planên xwe yên ser wê herêmê eşkere kirin.

Pashinyan ji rûpela xwe ya Facebookê da zanîn ku ew hemî berpirsîya pevçûn û agirbesta bi Azerbeycanê re digire ser xwe û dîyar kir ku ew herwiha berpirsê îstiqar û ewlekarîya Ermenistanê ye.

Wî di daxuyanîya xwe de bal kişand ser 15 xalên ku ew dixwaze di 6 mehan de pêk were.

Li gor wan xalan, Ermenistan dê bi Koma Mînsk re dest bi danûstandinan bike û dê gel bikaribe vegere herêmên Nagorno – Qarabaxê yên di bin kontrola Ermenistanê de.

Bi planê tê çaverê kirin ku dewlet alîkarîya diravî bide kesên ku dixwazin malên xwe jinûve ava bikin.

Pashinyan di planên xwe de herwiha behsa reforma leşkerî, guherînên di qanûnên hilbijartinê de, şewba vîrusa korona û geşkirina karên aborî kiriye.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
Cases
104,964
Mirin
3,436
dîsadîtin
85,814
Cases
607,587
Mirin
12,935
dîsadîtin
567,898
Cases
94,572,376
Mirin
2,023,325
dîsadîtin
67,524,766