Di 4 cild û 235 beşan de "50 Hezar Gotinên Pêşiyan"

nivîskar li ser nivîsîna pirtûkê çend caran hatiye girtin.


Oncu di 18 saliya xwe de hatiye desteserkirin û li ser wî kaxizek hatiye dîtin ku tê de 21 gotinên pêşiyan hatine nivîsandin. Ev rewş jê re dibe hincet ku dest bi berhevkariya gotinên pêşiyan, çîrokên gelerî, metelok, zûgotinok û tiştên folklorîk bike.

Berhevkar Mehmet Oncuyî di encama xebata xwe ya 40 salî de pirtûka bi navê “50 Hezar Gotinên Pêşiyan” nivîsandiye. Pirtûk 4 cild e û ji 235 beşan pêk hatiye. Di her beşî de gotinên pêşiyan bi awayekî alfabetîk hatine bicihkirin û li gel waryantiên wan çîrokên derbarê wan de jî tê de hatine nivîsandin.

Oncu di 18 saliya xwe de hatiye desteserkirin û li ser wî kaxizek hatiye dîtin ku tê de 21 gotinên pêşiyan hatine nivîsandin. Ev rewş jê re dibe hincet ku dest bi berhevkariya gotinên pêşiyan, çîrokên gelerî, metelok, zûgotinok û tiştên folklorîk bike.

Mehmet Oncuyî ji bianetê re behsa çîroka berhevkariya xwe û pirtûka xwe ya dawî kir ku Weşanxaneya Sîtavê weşandiye.  

Te kengî dest bi berhevkirina gotinên pêşiyan kir û xebateke çawa meşand?

Serencama min a berhevkirina gotinên pêşiyan di sala 1979an de destpê kir. Sala 1979an ez 18 salî û xwendekarekî lîseyê yê pola dawî bûm. Wê wextê di lêgerînekê de kaxizek li ser min hate dîtin. Di wê kaxizê de 21 gotinên pêşiyan hebûn. Wê wexte ez 7 rojan di bin çavan da mam ji bona çend heb gotinan. Roja 7an îfadeya min girtin, ez serbest berdam. Min wê demê ferq kir ku zor û zextên gelekî mezin li ser vî zimanî hene. Di dilê min da weke uhdeyekê ma. Ez bûm xwedî wê hestê dema ez van gotinan berhev nekim wê xelas be. Yani wê bi jêderkan re biçine tirbê. Li ser wê di sala 1979an de bi şeklekî amator min dest bi berhevkariya gotinên pêşiya û berhemên folklorik kir. Wê wexte alav û amûren ragihandinê tunebûn, kêm bûn. Me bi rêya hevdîtinan û li ser kaxizokan not digirt. Paşê hêdî hêdî alav û amûrên dîjîtal derketin. Me vê carê bi wan dest bi berhevkariyê kir.

Di vê navberê de tiştê me berhev kirî bi tirsa desketinê ji aliyê dayika min hatin şewitandin. Paşê hêdî elektronîk derket, berhevkarî hinekî hêsan bû. Di salên 1985-86an da ez rûniştim min dest bi tesnîfa wan kir. Di tasnîfê de tiştên gelekî xweş derketin. Pêkenok derketin. Serhatî û serborî derketin. Fabl derketin. Çîrokên efsaneyî derketin. Min hemî ji hev veqetandin. Bi awayekî zanistî. Paşê jî di destpêke da sala 2006an di Weşanên Dozê da berhamaka min bi navê Çîrokên Kurdan derket. 450 kurteçîrok tê de hebûn. 2007a de cilda duyemin çap kir. 2009a de Enstituya Stenbole bi navê Gotinên Pêşiyan çap kir. 7000 gotin tê de hebûn. Di vê navberê de gelek pirtûkên min ên din hatin çapkirin. Herî dawî pirtûka min a çar cildan “50 Hezar Gotin” min da çapkirinê.

 

Dabeşkirin li gorî çi hatiye kirin?

Min ew gotin li gori beşan senifandin. Yani Beşa Dostiyê, Beşa Aqrebatiyê, Beşa Mêraniyê, Beşa Hezkirinê, Beşa Jinan. 235 beşan hat dabeşkirin

Her beşek di nav xwe de alfabetîk e. Em bên beşa jinan 2 hezar gotin tê de hene. Min hemî ew kirin rêza alfabetîk. Ji bilî wê her gotinek min şirove kirin. Her gotinek min waryanten wê dane bin. Disa ko heye, min çîrokên wan nivisandin. Bi qasî 3 hezar çîrok hene di vê berhemê de

 

Yanî ev berhem di encama xebateke 40 salî de derketiye holê.

Erê, rast e. Hin nezanîn me hebûn. Me xwe xwe perwerde kir. Em ê çawa randevûya eyar bikin, em ê çawa bikin. Destpêkê min alfabeya kurdî nedizanî. Min bi alfabeya tirkî, kurdî dinivisand. Min dît fonetîke kurdî û ew alfabe li hev nayê. Min got divê çareseriyek hebe. Paşê min alfabeya nemir Celadet Bedîrxan peyda kir u min bi vî awayi xebata xwe berdewam kir. Lê pişti 84-85an bi awayekî profsyonel min ev kar kir.

Her tê gotin ku dewlet û hikûmet astengiyê derdixin pêş zimanê kurdî û xebatên bi vî rengî. Gelo ji derveyî van tiştan astengiyên din jî hebûn?

Mesela di warê aboriyê de tişt hebûn. Em bi destê saziyekê naxebitin. Bi dilsozî û li gor derfetên xwe dixebitin. Lazime ku tu maşineyekê peyda bikî ji bo tu biçî. Eger maşineya te hebe tu dikarî herî.

Ya dudiya. Jêderkên vî zimanî hemî kesên bi sal in. Bi piranî ê mirine. Di dawiya vê berhemê de min lîsteyeka nêzîkî ji 100 kesan pêk tê weşandiye. Min destûr ji wan wergirtiye. Îro tu binêrê nêzîkî 70-80 kes ne li jiyanê ne. Ji ber ku emrê wan temam bûye. Xetereyên wiha hene.

Astengî jî bi temamî astengiyên dewletê ne. Politikaya dewletê dest nade li ser vî erdî zimanekî din geş bibe. Serî de dayik asimîle kirin. Paşî ji dayikan zarokên xwe asimîlê kirin.

Piştî hat bihîstin ku wê pirtûk were çapkirin nîqaşekê destpê kir. Hat gotin ku gelo 50 hezar gotinên pêşiyan di kurmanciyê de hene? Niqaşê zede neajot lê dixwazim bizanibim bê ka tê çi bibêje ji bo vê nîqaşê?

Ew vî zimanî nas nakin. Lêkolînerên vî zimanî jî vî zimanî nas nakin. Çiqas dewlemend e çiqas feqir e wê jî nizan. Ez tiştekî biçûk bibêjim. Piştî min ev berhem çap kir, min 60 heb gotinên din berhev kirin. Bu 50 hezar û 60. Belkî min ji sedî 10 berhev kiribin. Em wê jî nizanin. Lê belê hevalekî ji Kurdistana Îranê heye. Wî jî 50-60 hezar berhev kirine. Li Swêdê dimîne. Navê wî Rindo tiştek bû. Navê wî nayê bîra min. Piranî Hewremî, Goranî- Erdelanî, Mukriyanî û Soranî ne. Min jî ewqas berhev kirine. Eger herdu werin hevber, neviyê wan hevpar bin. Vêca dike 60 hezar. Em nizanin ev ziman li qu diqede. Rojekê bibe xwedî sazî, wê rojê dê bê famkirin bê ka ev ziman sed hezar gotinên pêşiyan heye. Bi ya min ev zimanekî pir dewlemend e. Eger însan qîma xwe pê neynin bila li klasîkên vî zimanî binêrin. Wê çaxê wê bi xwe biryarê bidin.

Tu bi xwe digeriyayî ji bo berhevkariyê?

Bi piranî di ciwaniya min de ji gundan koç ber bi bajaran pêk dihatin. Jêderk li bajaran pir bûn. Li taxan kuçeyan me didîtin. Carna jî me li gundan navçeyan tespît dikirin û em diçûn. Me berhev kir. Tiştekî kin ez bejim, berhema min 50 hezar gotin tê de hene. Min 27 hezarên wê berhev kirine. En din min ji berhemên çapkirî wergirtine. Ji bilî waryantan. Bi nezik me hesab kiriye. Me yek bi yek nejimartiye.

Tu çûyî kîjan bajaran? Li kîjan deverên Bakurî geriyayî?

 

Ez li Botanê geriyam. Tevahî Rojavayê Firêt û paşê Dîyarbekir û navçêyên wê. Li Elezîzê, Mereşê, Meletî min gotin berhev kirin. Lêkolîna min hê bi dawî nebûye.

Koçberiya ji gundan a ber bi bajaran ve û pêşketinên teknolojiyê bandoreke çawa li ser zimên, bikaranîna gotinên pêşiyan û tiştên weke wê kiriye?

Wexta koç çebû, zimanê pê diaivin jî anîn. Ev ziman zaravali hev qelibîn. Zaroktiya me de dema yek bipeviya me ji peyva wî tespît dikir bê ji ku ye. Vêca hemî dever weke hev bûn. Vê koçê homojenî pêk anî. Beramberî xwe asîmîle jî kirin însan.

Ji bo pirtûk were çapkirin weşanxaneyê kampanyayek pêk anî. Tu dikarî behsa wê bikî?

Çapkirina wê buhayeke zlde dixwest. Weşangerê kurd feqîr in. Derfetê wi tune bûn. Camêr got em kampanyayê bidin meşandin. Gelek mirov xwedî lê derketin û bi vî şeklî pirtuk weşand. Hin hevalan pêşîn pirtuk kirin û piştî çapkirinê ji wan re pitrûk şandin.

Derbarê Mehmet Oncuyî de*

Di sala 1961ê de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar û berhevkar ji sala 1983'an û vir de, li ser folklora kurdî dixebite û bi navê "Hemo Pêşeng" gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Jiyana Rewşen, Kovara W yê de weşiyane. Nivîskar demekê jî di rojnameya Semsûrê de, di quncikê bi navê "Kenêrk" de li ser folklor û zargotina kurdan nivîsandiye. Nivîskar, zewicî ye, bavê du keçan û kurekî ye.

Berhemên Nivîskar

- Çîrokên Kurdan-I Weşanxaneya Dozê-2006

- Çîrokên Kurdan-II Weşanxaneya Dozê-2007

- Gotinên Pêşiyan, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2009

- Mêhrîmah (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê- 2012

- Ezîze (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê. - 2012

- Eware (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê. - 2012

- Pêjgeha (metbexa) Herêma Semsûrê,

- Meyîr, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

- Yeklo Duklo Dumbazê, Weşanxaneya J&Jê. – 2014

- Çîrokên Efsanewî yên Kurdan, Weşanxaneya Nûbihar -2014

*Çavkanî: Weşanxaneya Avestayê

 

Ji bianetê hatiye wergirtin.

N: E. G