Hejmara Pêketîyên Korona 40 mîlyon derbaz kir

Amerîka hîn jî di rêza yekem deye.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona 40 mîlyon derbaz kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 40,063,546 kes bi vîrusa korona ketine.

Virusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 8,1 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 7,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,113,352 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 219,674 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 153,675 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.