Civîna civata wezîran bi dawî hat

behsa çend mijaran hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civîna îro ya civata wezîran de wisa nivîsandiye:

Îro çarşem 30 Îlona 2020an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de me behsa wê yekê kir ku hîn jî mixabin hijmara berketî û kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin li herêma Kurdistanê de di zêdebûnê deye, lewre me daxwaz ji tevahiya dezgeh û fermangehên hikûmeta herêma Kurdistanê kir pêbend bin bi tevahiya rêkar û şîretên xweparêziyê û rênimayiyên tendirostî û hevdem me daxwaz ji welatiyan jî kir daku xwe biparêzin.

Piştî re Cigîrê Serokwezîr bi navê civata wezîran gotarek derbarê koça dawî ya xwedê jê razî Berpirsê berê yê îdareya Gerimiyanê Selah Kêwixa de pêşkêş kir û behsa canmêrî û dilsoziya navhatî kir û got: Kak Selah weke çawe li çiya pêşmergeyekî jêhatî û têkoşerekî dilsoz bûye, bi heman awayî di dema ku berpirsê îdareya Gerimiyanê jî bûye, dilsoz û di xema xizmet kirina Gerimiyana paytexta enfal û Gerimiyaniyan bûye, ciwanmêrane û merdane kar kir û hevsengiya hikûmraniyê parast bû û em jî bi navê civata wezîran sersaxî didin kesûkar û Gerimiyaniyan.

Herwiha civata wezîran ya herêma Kurdistanê sersaxî da xelk û malbeta Mîra Kuwaitê jiber koça dawî ya Mîrî Kuwaitê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah ku xudan têkiliyên dostane bû li gel herêma Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser parastina aramiya Îraqê û giringiya parastina ewlekariya balyozxane û nivîsîngeh û nuneratiyên dîplomatîkî yên li Bexdayê kir, jiber ku têk çûna rewşa ewlekariya Îraqê ne di berejwendiyên herêma Kurdistanê û Îraqê deye.

Pişt re di dirêjahiya civînê de her yek ji wezîrên navxwe û wezîrê herêmê bo karûbarên danûstandinan, raportên xwe derbarê destpê kirina danûstandinên li gel hikûmeta federalî derbarê deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê pêşkêş kirk u ji aliyê komîteya danûstandineve hatibû amadekirin. Pêşniyar, nexşerê û pilanên pêşniyar kirî hatin pejrandin û komîteya han jî hate pîwerdarkirin bo destpê kirina cîhbicîh kirin û domandina hewlên berê yên taybet bi wê mijarê û serî lêdana desthilatên federalî li bexda di demeke nêz de û kar kirina cidî bo cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn ya Îraqê, li gorî ku babeta ax û ew navçeyên ku li ser wan nakokî hene, karê herî lipêş ya wê kabîneyê ye û cîha girîngiya herêma Kurdistanê ye û mijarên helwastî yên di navbera herêma û Bexdayê tenê ji mûçe û enerjiyê pêk nehatine.

Di dawiya civînê de Sekreterê civata wezîran di çarçoveya raportekê de bi hijmar û hûrgiliyên pêwîst şîroveya qanûnî û darayî derbarê mûçe di nava kabîneya 9an de pêşkêş kir û têde tekez li ser wê yekê hate kirin ku mûçe û şayisteyên darayî, bi qanûn weke mafê sepandî yê mûçexoran hatiye qebûlkirin û civata wezîran jî mijara dabîn kirina maf û şayisteyên darayî yên mûçexoran kiriye karê yekem yê kabîneya 9an. Civata wezîran herwiha daxwaz ji hikûmeta federalî dike bilez para bûdceya herêmê bişîne, daku di demeke nêz de li gel dahatên navxweyî yên herêmê, mûçe were dabeşkirin. Di heman demê de civata wezîran pêşniyara wezareta darayî û abûrî ya bo kêm kirina birîna mûçeyan ji sedî 21 bo sedî 18 anjî dabîn kirina mûçeyan bi rêjeya sedî 82 di şûn sedî 79 de pejirand.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.