4 mûşek li nêzî Hewlêrê ketine erdê

ti zirarê canî yên wan mûşekan nebûne.
کوردستان TV
100%

Du ji wan li nêzê navenda hevpeymaniya cîhanî ketine erdê.

Îşev seat 8 û 30 deqîq 4 mûşek li nêzî Hewlêrê ketine erdê.

Li gor jêderên taybetî du ji wan mûşekan li nêzî navenda hevpeymaniya cîhanî ya li Hewlêrê û du mûşekên din jî li nêzî kempeke welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ketine erdê.

Ti zirareke ew mûşekan ya canî nebûye lê yek ji wan mûşekan ku li nêzî kempa penaberên Rojhilatê Kurdistanê ketiye bûye sedema berbûna agirê bi deverê û mûşekeke din jî ne teqiyaye.

Herwiha balefirxaneya Hewlêrê ragihand ku ti mûşekek li balefirxaneyê neketiye erdê.

Ji aliyeke din ve hin jêderên nefermî behsa wê yekê dikin ku ew mûşek ji aliyê Mûsilê ve hatine avêtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.